Îsraîlê bombe li Lubnanê barand: Bîlanço giran dibe
Êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê û medyaya wê, ji roja sêşemê ve zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê û medyaya wê, ji roja sêşemê ve zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Roja sêşemê di êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê de, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşan de zarokek jî di nav de 5 kes mirin û 48 kes birîndar bûn.
Wezaretê diyar kir ku di nava birîndaran de bijîjkek û 5 xebatkarên tenduristiyê yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Tebnin wezîfe dimeşînin hene û ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê nexweşxaneyê zirar dît.
DANÊ SIHARÊ HERÎ KÊM 10 KES MIRIN
Li gorî medyaya Lubnanê, ji sihara çarşemê ve li başûr li ser hev êrîşên Îsraîlê çêdibin û ji ber van êrîşan her ji niha ve herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Arabsalim a li herêma Nebatiye, wezîfedarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber êrîşên li herêma Houch, 4 karkerên çandiniyê yên Sûriyeyî û 2 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li ser rêya Siddikin-Kana de jî cenazeyên 2 Sûriyeyiyan hate dîtin.
Balafirên bêmirov û balafirên şer ên Îsraîlê di tevahiya rojê de li Sur, Nebatiye û derdora wê gelek cihên niştecihiyê hedef girtin. Li Bazuriye, Kana, Arzun, Deyr Zahrani û Tebninê êrîş pêk hatin.
LI NAVENDÊN TENDURISTIYÊ Û CIHÊN NÊZÎ HERÊMA LEŞKERÎ HATE XISTIN
Navendeke tenduristiyê ya Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî ya Hîzbûllahê, li Srifayê hate bombebarankirin. Li Nebatiye jî derdora ciheke leşkerî ya artêşa Lubnanê jî bû hedefa êrîşan. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Debbin, Blat û Hiyam bi teqemeniyan operasyonên hilweşandinê pêk anî.
DI ROJEKÎ DE 35 BAJAROK Û GUND HATIN BOMBEBARANKIRIN
Li gorî agahiyên li ser çapemeniya Lubnanê, di tevahiya rojê de balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî 35 bajarok û gundan kir. Her wiha bi balafirên bêmirov êrîşî 12 nuqteyan hate kirin, bi topan êrîşî 18 cihên niştecihiyê hate kirin.
HÎZBÛLLAHÊ 13 ÊRÎŞ PÊK ANÎN
Li hemberî vê yekê Hîzbûllahê ragihand ku 13 êrîş li ser çeperên leşkerî yên Îsraîlê yên li Başûrê Lubnanê pêk anîne. Lê belê, rêxistinê berevajî roja berê, ti êrîşeke li ser bakurê Îsraîlê negirt ser xwe.
HEJMARA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE, NÊZÎ 3 HEZAR Û 500’Ê BÛ
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji ber êrîşên bênavber ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 3 hezar û 468’an, 10 hezar û 577 kes jî birîndar bûn.